Mem Zînistanî (j. 1983, Bayîzd) yê ji nifşê dawîn ê nivîskarên kurteçîrokan ên Kurd yek ji nivîskarên herî jêhatî yên nifşê xwe ye, ku di sala 2015'an de pirtûka wî ya kurteçîrokan a pêşîn a bi navê Bindarûk hatibû weşandin û xwînerên xwedan hesta edebîyata xas ên zimanê Kurdî bi dilgermî lex wan kurteçîrokan ve çûbûn. Bi vê berhema xwe ya duyem a bi navê Heşterxan ve jî Zînistanî li ser vekolana xwe ya der barê "çîrok"ê bi xwe de û "ferheng"a xwe ya cîyê coş û peroşê berdewam e û pênûsa wî ya dayî pey kawdana serdemeke bihurî ya devereke dîyar vê carê kurteçîrokên bi navê Kiraşo, Senaryo, Gopal, Dejavû, Gol, Sîya Bêteşe, Xişûş, Nameçîrok, Sîya Teyrê Baz û Heşterxan bi xwe re tîne bo xwînerên xwe.
Ji berêkê ve tê xuyanê ku Zînistanîyê nivîskarê kurteçîrokên di Heşterxanê de di warê pexşana edebî de awirên xwe kutane asoyeke berfireh, ê ku di kurteçîroka bi navê Heşterxan de tîne dibêje:
"Gava ku min xwe gihande îstasyonê, min dît ku trêna îro ya dawîn kar û barên xwe yên çûyînê dike. Ez di cî de keribîm, bi çavpêketina ku ez çav bi trênê ketim. Xwîna min dikir ku bikişe, cendekê min li hev civîya, girî di min de miçiqî. Min heft kiras qetandin, hetanî ku min xwe gihande cîyekî rûniştinê.
Dema ku min cixareyek derêxist û vêxist, çavên min ji dûr ve bi Kerem ketin, Keremê birayê Îlkoyê rehmetî, yê bi çarneçarî bi jinbira xwe re zewicî. Min dît, li ser banqekê rûniştiye ji xwe re, bala xwe daye trênê û bi teherekî hargilikî li cixareyê li ba ketiye. Gulmên wisa lotî li cixareyê dixe ku dûyekî reş î tîr bi ser dikeve."